Taşikardî – lêdana dil a zêde

Di kesên li ser xwe û bi tendurist de kêm zêde lêdana lisan di deqeyekê de 60-100 e. Ji ber sedemek an jî nexweşiyekê lêdana lisan li ser 100î bikeve weke taşîkardî an jî lêdana lisan a zêde tê binavkirin.

Taşikardî yek ji wan koma nexweşiyên girîng û cidî ye di beşa kardiyolojî de. Nexweş taşikardiyê wekî lêxistina lisan, wekî ricifîna lisan, wekî lerizandina lisan pênase dike û bi piranî ne ji ber sedemek patolojîk e. Lê dikare ji ber rîtimek lisan a ku jiyanê dikare têxe xetere û talûkeyê jî derkeve holê. Ji ber vê yekê jî heke di paşerojê de çîroka nexweş a nexweşiyên lisan hebe, hewce ye nexweş ji aliyê kardiyolojik ve li xwe bipirse.

SEDEMÊN TAŞIKARDIYÊ

Ji ber sedemên derveyî lisan û ji ber nexweşiyên lisan taşikardi dikare derkeve holê.

Sedemên derveyî lisan ên taşikardiyê:

?Kişandina cixarê an jî cûreyên din ên tûtinê.

? Vexwarina zêde ya alkolê û tiştên kafeînê dihewînin.

? Nexweşiyên bi taya germ a zêde xwe rû didin. (Enfeksiyon û hwd)

? Kelecan, tirs, metirsî, stress, guherînên derûnî, zêde kirina egzersîzên giran

? Kêmxwînî. (Anemi)

? Nexweşiyên pişikê-kezeba sor.

? Hipertiroidi. (Guatra bijehr)

? Hin derman û bandorên wan ên neyînî.

Sedemên taşikardiyê yên ji ber nexweşiyên lisan:

? Têrnekirina lisan.

? Hipertansiyon.

?Nexweşiyên qapaxên lisan.

? Hin nexweşiyên cisnî-irsî (Hin kardiyomiyopati, Sendroma Brugaday) û hwd.

NÎŞANEYÊN TAŞIKARDIYÊ

Carinan nîşaneyên pir cidî çêdibe û carinan jî qet bi nîşaneyan xwe nade der. Nîşaneyên giştî yên taşikardiyê mesken in;

? Hîskirina lêxistina lisan.

? Sergêjî.

? Bêhnçikandin.

? Xeriqandin, ji ser hiş ve çûyîn.

? Di sîngp de êş.

? Westandin û bêhalbûn.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir